Ana içeriğe atla

BI FERÎT KARAHAN RE “DERBÛYÎNA JI BUHİŞTÊ Û SÎNEMAYA KURDΔ


BI FERÎT KARAHAN RE “DERBÛYÎNA JI BUHİŞTÊ Û SÎNEMAYA KURDΔ

Çetoyê Zêdo: Di Festîvala Antalya de cenabê, bi xelata “Porteqala Zêrîn” baştirîn Film wergirt û ev yek ji bo sinemaya kurdî bû pêngavek. Tu dikarî ji me re qala Kurtejiyana xwe bikî?

Ferit Karahan: Ez di sala 1983’an de li gundekî Muşê hatim dinê. Min li Zanîngeha Marmarayê beşa Elektrîkê qedand.  Bi awayekî baldarî tekiliya min bi sînemayê re li zaningehê dest pê kir. Dema ez li zaningehê bûm, min perwerdehîya sînemayê bi çend atolyeyan de girt. Dû re di 2004’an de min dest bi kişandina kurte-fîlman kir. Di çend fîlmên dirêj de weke cigirê derhêner xebitîm û di 2012’an de min fîlma xwe ya yekam a dirêj kişand.
                                                                                                 
Çetoyê Zêdo: Hevnasîna te bi sinemayê re çawa destpêkir?

Ferit Karahan: Beriya zaningehê ez qet neçûbûm sinemayê… Dema ez çûm sinemayê li Stenbolê tesîreke baş li ser min çêkir, pişt re dema ez ji sinemayê derketim min ji hevalên xwe re go, ez ê filmekî bikşînim. Min li zaningehê di 2004’an de, min dest bi kişandina fîlma xwe ye yekem kir.  Pênc hep kurtefilmên min henin, lê tenê min du heb nîşanda. Wexta min bi filmên xwe di festivalan de nişan da ji bo min bû weke tramlenk.

Çetoyê Zêdo: Ji bo te derhenêrî û sernarîstî tiştekî çawa ye? Çi hêza te ya derhêneriyê xurt dike?

Ferit Karahan: Derhênerî ji bo min wek dengbejiyê ye, lê bi dîmênan hest û ramanên xwe nîşanî hemû kesan dide. Pirî caran ez nikarim bêjim ev tenê kareke ji bo min, zedetir jîyanek e. Ez îro bêtir li ser mijarên Kurdistanî dixwazim bixebitim, dikarim bibêjim ev ji bo min weke çîrokên malbata min in.

Çetoyê Zêdo: Tu çawa dixebitî, ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwe bikî?

Ferit Karahan: Xebatên min î van çend salên dawî gelek zehmet e. Bi domdarî hewl didim ku her rojê bixwînim û bi kêmanî fîlmekî temaşe bikim. Ji bo nivisê jî zû bi zû nikarim li nivîsê hûr bibim û binivîsim. Nivîsên xwe yên senaryoyê heta ku diqedînim gelek wext digire. Ji 2005’an heta niha, hima hima her roj bi domdarî sê saetan dixwînim, dixebitim. Bêtir bala min li rastiya xwe, malbata xwe û ji rastiya Kurda ye. Carinan disiplîneke Almanî ji me re lazim e. Ez her roj hîn dibim û di ber vê hînbunê de karê xwe didomînim. 

Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan derhêneran li te çê bû? Bi mînakan tu dikarî ji me re vebêjî?

Ferit Karahan: Zêdetir Ingmar Bergman û Michelangelo Antonioni ji bo min wek mamostên min in. Ên îroyîn jî hene…

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî ji me re qala serboriya “Derbûyîna Ji Buhiştê” bike?  

Ferit Karahan: Di sala 2009’an de min dest bi senaryoyê kiribû. Di 2010’an de senaryoya wê qedîya û piştre me şand wezareta çandê. Di 2011’an de me alîkariya wezaretê wergirt ji bo projeyê. Alîkariyeke kêm, lê ji bo destpekirinê baş bû. Dû re me li Wanê cih dît ku em fîlma xwe li wir bikşînin. Heta erdheja Wanê me li wir bi zehmetiyeke mezin amadekariya xwe çêkir û gelek mesref li vê xebatê derçû. Piştî erdhejê ne mumkin bû ku edî em li wir bixebitin û me amadekarîya xwe li Muşê berdewam kir. Di zivistana 2012’an de jî, bi qasî sê hefteyan me fîlmê xwe kişand. Di vavbera 2012-2013’an de jî nezî du salan em bi montaja fîlmê re mijûl bûn. 

Çetoyê Zêdo: Di çavderiya te de wateya Sinemaya Kurdî çiye? Tu dikarî sinemaya Kurdî binirxînî?

Ferit Karahan: Li gorî min hîna sînemaya Kurdî ne zelal e. Ji ber ku endustriya sînemaya kurdî nîne. Bo pêşerojê ji ez hevîdar im ku sînemagerên Kurdan gelek pêşkevin. Derbûyina Ji buhiştê, ji bo pêşeroja filmên kurdî, rê li ber wan vedike. Lê divê filmên serketî derkevin, Filma me di 2012’an qediyabû, lê karên teknîkî gelekî wextê me stend.

Çetoyê Zêdo: Binavkirina Sînemaya Kurdî û zahmetiyên wê?  

Ferit Karahan: Hemû sînema, îro di vê demê de mirov nikare qala sinemayeke netewî bike. Di nava sinemayekê de ji hemû milletan kes hene, di kişandina filmekî de ew proje dibe tiştekî navnetewî… Betir di nava filmekî de hemû millet henin…  Ji bo Derbûyîna buhiştê dikarim bibêjim filmekî Kurd e, ji ber ku ji lîstikavanan heta karên teknîkê bêtir Kurd bûn. Hetta ji bo çêkeriyê jî me xwe bi ûsûlên Kurdî deyndar kir, me Zêrê malbatê ji bo kişandina filmê deyn kir.
Ji bo kişandina filmekî pergaleke li ber çavan tune ye, ji bo endustriya sînamaya kurdî çê bibe aborî û piştgîri lazim e. Weke mînak, Derbûyîna Buhiştê li Kurdistanê bi piştgiriyekê nehate pêşandekirin. Ji ber ku di hin projeyan de alikariyên ku hatin kirin, pişt re encamên serketî derneketin, piştgiriyeke bi rêk û pêk tuneye. Fonek tune ye, saziyeke ku piştgiriyê bide Sinemaya Kurdî îro li ber çavan tune ye.

Çetoyê Zêdo: Ji bo çêkêrîyê kîjan zahmetî derkete pêşberî te û te çawa çareser kir?

Ferit Karahan: Ji bo endistriya sînemaya kurdî çê bibe, aborî û piştgirî sereke ye. Projeyek ji bo ku bibe filmek, pêşî bi çêker û bi derhêner ve giradayî ye. Ya hêsa senaryo û projeye, lê pirsgirêkên mezin, aborî û derhêneriye. Hûn jî zanin ku aboriya sînameya Kurdî nîne û tu kes jî nabe sponsor. Ji bo kişandina fîlmê, me ji der û dorê gelek deyn stend. Hîna jî min deynê filmê xwe çareser nekirîye. Di vê rewşa de sînemaya Tirk û a cîhanê jî gelek zehmetiyan dikşînin, lê ne wek Sinemaya Kurdî.

Çetoyê Zêdo: Dema em bala xwe didin hin derhêneran bi îddayên mezin qala berhemên xwe dikin û sinemaya kurdî dinirxînin, tu vêya çawa dinirxînî?     

Ferit Karahan: Gotinên derbarê sînemaya kurdî, divê bi nêrînên orjînal û bi exlaqî de be, bi gotinên mezin bingehê sînemaya kurdî nayê avakirin. Bi xebatên berbiçav mirov dikare zimanekî sinemayî biafirîne.

Çetoyê Zêdo: Derbûyina ji Buhiştê, li ku hate pêşandan û temaşekirin?

Ferit Karahan: Fîlm heta niha bêtir Amed, Wan, Stenbolê hete temeşaekirin, ji bo film piştgirî nehate kirin, a din ji xwe piyaseke sinemaya Kurdî ji bo îro em nikarin qala wê bikin... Temaşevanên Kurdî pir kêm in, heta niha li dora heşt hezar kesî li Derbûyîna Ji Buhiştê temaşe kir. Lê min dixwest li Kurdistanê bêtir bihatina temaşekirin… Em tehammulî hevdu nakin, ji xwe derfetên me diyar e, di vir de lêxwedîrderketinek tunebû. Di çapenmenî û di derdorê sinemaya kurdî de, weke ku filma min tune be... Ez weke mînak bêjim li Amedê ji bilî çend sinemayan nehate pêşandan.

Çetoyê Zêdo: Derbûyûna Buhiştê, seranser bi Tirkî bûya?
Ferit Karahan: Ku filma min bi Tirkî bûya, wê astengiyên li Welêt heman tişt nebûya.  

Çetoyê Zêdo: Di dema galaya filma “Min Dît” de, li Festîvala Antalya’yê, nîqaşên siyasî pêk hatibû, ji wê roje heta îsal bi xelata zêrîn a “Derbûyîna Buhiştê” çi hate guhertin? Tu li hêviya vê xelatê bû? Piştî vê xelatê çi hate guhertin?                                                                                      

Ferit Karahan: Gorî min tiştek nehatiya guhertin. Dîsa temaşêvanên Antalya weke berê nin. Di premîera fîlma me de jî, tiştên ku qewimî û hatî serê ekîba me, heman helwest û dîtinên wan î berê bû. Ez li hêviya xelatêkê bûm, lê ev xelat ne xelata fîlma herî baş bû. Ji ber ku berî me tu fîlîmekî bi Kurdî xelata fîlma herî baş nesitandibû. Piştî Porteqala Zêrîn, di çend festivalên din de jî xelat stend. Heta niha 7 xelatên din stend…
Li Antalyayê helwestên li himber filmên Kurdî, ji xwe nêzikbûyan wan diyar e. Lê kesên radîkal ji filma min hez nekirin. Ev film, ji bo hessasiyeta kurdan li dereke din e, ji bo temaşevên derveyî tiştekî din e.

Çetoyê Zêdo: Lîstikvaniya şano û sinemayê?

Ferit Karahan: Lîstikavanîya şano û sinemayê ji hev cuda ye, gerek şopa lîstikavaniya şanoyê tevlî sinemayê nebe. Ne ku ji bo min qîmata tiyatroyê tune ye, lê ji hev dûr in. Di casta lîstikavaniya kurdî de zêde alternatif tune ye, weke mînak dema ez li ser çîrokekê dixebitim, Gulistan dibêje wê kî vêya bilîze? Ev jî ji bo me zehetiyeke mezin e. Tunebûna castê pirsgirikeke sereke ye. Di bijartina lîstikavanan de bi Kurdî, alternatîfên me yên ecibandinê zêde tuneye. Lê bi tirkî zahmetiyeke bi vî rengî dernayê pêşberî mirov. Weke mînak ji bo lîstikvanekî 50 salî zêde alternatif tuneye.   
Di Derbûya Buhiştê de, du filmên di zik hevde bû, li aliyekî listikvanên tirk û li yên din ên Kurd hebûn. Herdu jî di heman fîlmî de mîna ku ez du filman bikşînim, pêk hat. Ez dikarim vêya bibêjim, lîstikavaniya Derbûyîna Ji Buhiştê, paqij bû. Listîkvanên filmê de 4 lîstikvanan xelat stend.

Çetoyê Zêdo: Derbûyîna Ji Buhiştê filmekî Kurd e?

Ferit Karahan: Lê dema em li hevkariyên filma min binerin ji lîstikavan bigir heta çêker, derhêner û piraniya lîstikvanan filmekî kurd e.

Çetoyê Zêdo: Temaşevanên te bertekên wan çawa bûn?
Ferit Karahan: Kêsen radîkal, ji fîlma min zêde hez nekir.
                    
Çetoyê Zêdo: Derbûyîna Buhiştê ne bi Kurdî bûya ewê, bertekên nirxandinan wê çawabûya?

Ferit Karahan: Mirov tê dernaxê, lê bandora wê çi erêni çi jî neyînî mirov dikare binirxîne. Lê ji bilî Antalyayê filma min li gelek derên din xelatên navnetewî stend. Bêtir nirxandinên li ser fîlmê, teyabetî li ser şêweya filmê bû. Şêwaza filmê bêtir bal dikşîne. 

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî qala kurtefîlmên xwe yên berê bikî?

Ferit Karahan: Cara ewil dema min li stenbolê dest bi zaningehê kir, piştî ku ez çûm sinemayê û min filmek temaşe kir, min biryara xwe da, min ji hevalên xwe re digot, ez ê sinemayêkê çêbikim. Filma min î yekemîn, dema ez li zaningehê bûm, weke antî-utopya bû 2005 hinekî fantastîk bû. Ji 2005 heta îro 4-5 kurte film henin lê tenê min 2 hep da nîşandan, yên din ne li gora rastiya min bû. Temaşevanên min tenê baş e ku bi 2 heban dizanin,  yên din ne li gor rastiya min e û ne jî bi dilê min in, min yên din avêtin kêlekê… Lê wexta ez ji îro lê dinerim, dibêjim axirê kes pê nizane, lê dîsa jî ev ji bo min bûn weke tramlenekê. Ez niha bêtir li ser çîrokên xwe, çîrokên malbatî disekinim. Wexta xwe niha bêtir bi mijarên Kurdistanî eleqeder dibim.

Çetoyê Zêdo: Pirsa dawî, xwestek û helwesta te ji bo sinemayê çi ye?

Ferit Karahan: Ez dixwazim fîlmên baş çê bikim.



* Dîroka hevpeyvînê: 24.06.2014

Yorumlar

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got